H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan guhdarîya Jozêp Borêl teglîfî ser cêribandinên Adirbêcanêye tehsîra pisîxolocî ya hindava binelîyên Arsaxê kirîye /vîdêyo/

12-ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wekîlê Yektîya Avropayêyî karên der û bêqezîyabûnê Jozêp  Borêl hatîye.

Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa dînamîka hevkarîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda çûye.

Guhdarî usa jî hatîye danînê li ser halê Arsaxêyî hûmanîtarî. Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî hetanî niha dîlên ermenîye leşkerî û şexsên sîvîl li Adirbêcanê tên xweykirinê û ew  yek jî girînge ku pêwîste mîrata  ermenîye bin kontrola Adirbêcanêda bê parastinê.

Mîrzoyanê wezîr derheqa halê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, usa jî yê Qerebagê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan dicêribîne bi pisîxolocî hukumî ser binelîyên Arsaxêye sîvîl bike, û nava pirsa dasekinandina sîstêmada pirsgirêka çê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button