H’emû nûçeSereke
Çaûşoglû û Mîrzoyan li Antalîyayê rastî hevdu hatine

Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû roja şemîyê li Antalîyayê rastî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hatîye.
Hevraxeberdan nava doranên forûma dîplomatîye li Antalîyayê derbaz bûne.
Pirsên normalkirina heleqetîyên Enqerê û Yêrêvanê hatine gotûbêjkiriê. Mêvlût Çaûşoglû hevraxeberdan çawa yên “çêkirinê û kardar” qîmet kirine. Çaûşoglû bîr anîye, wekî wekîlên Tirkîyayê û Ermenîstanê bi meremê normalkirina heleqetîya du cara rastî hevdu hatine.
Mîrzoyan jî sirîya xweda elam kirîye, wekî alîyê ermenî hazire şuxulkarîyê bêyî tu qewil-qirara berdewamkin.







