SerekeSîyasî

Hewlêr bi 12 rokêta hatîye êrîşkirinê

Roja yekşemê 12 rokêt berbi paytexta Herêma Kurdistanê-Hewlêrê hatine berdanê. Derheqa wê yekêda îdara Herêma Kurdistanê  ya şerkarîya dijî têrorîzmê, elam kirîye û serda zêde kirîye, wekî rokêt ji alîyê Rojhilatê hatine berdanê.

Ev rokêt ketine li ser nehîyên Hewlêrêye cuda-cuda, ji kîjana çend heb jî ketine nêzîkî konsûlxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Hewlêrê, ya ku bi temamî nehatîye çêkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî nava encamên wê êrîşêda meriv zyanê neketine.

Dêpartamênta Ştatên Yekbûîye dewletê ev êrîş gunehkar kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nava encamên wê yekêda meriv û avayên hukumata Ştatên Yekbûyî zyanê nektine.

Nava encamê êrîşêda çend avayî zîyanê ketine, nava wanda usa jî avayê ofîsa têlêvîzîyona Kurdistan 24-ê.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev êrîş gunehkar kirîye û bangî welatîya kirîye ku guhdarîya gotinên qulixdarîyên bêqezîyabûnê bikin.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî jî elam kirîye, wekî ev êrîş bona wê yekê hatîye mîyaserkirinê, wekî bajêrda tevlîhevbûn çêbin. Ewî serda zêde kirîye, wekî hêzên bêqezîyabûnê wê lêpirsînê hetanî dawîyê derbazkin û ewê dijî her gefxwerineke hindava welêtda sekinî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button