H’emû nûçeSereke

Me îzbat kirîye ku normalkirina heleqetîya bêyî tu qewil-qirara berdewam bikin: Mîrzoyan derheqa hevdîtina tevî Çaûşoglû

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî nava doranên forûma Antalîyayê, wextê hevdîtina tevî wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû, herdu alîya jî îzbat kirine ku ew hazirin bêyî tu qewil-qirara şuxulkarîya normalkirina heleqetîya berdewam bikin.

Ewî gotîye, wekî wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayê bona wê yekê dixebitin û bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî pêşeroja nêzîkda encamên wê yekê wê bêne kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button