Nava encamê topbarandina berbi Ayn Îsayê, sê zarokên negihîştî, ji deha hetanî 15 salî, birîndar bûne.Topbarandin ji alîyê eskerê tirkada hatîye mîyaserkirinê.
Zarokên birîndar gîhandine xistexwena Ayn Îsayê û paşê şandine klînîka li Reqayê. Derheqa saxlemîy wan zarokada hê înformasîya nehatine stendinê.
Bajarê Ayn Îsayê li başûrê bakûrê Sûrîyayêye û ew cîh bi stratêcî girînge. Ew Kobanê û Cizîrê hevva dide girêdanê. Ji dawîya sala 2O2O-î, Ayn Îsa bona Tirkîyayê û hêzên wêye îslamîst bûye hedef.