SerekeSîyasî

Îraqê nota protêstokirinê daye baylozê Îranê

Wekîlê wezîreta Îraqêye karên der Ahmed As Sahaf elam kirîye, wekî baylozê Îranêyî li Begdayê gazî wezîretê kirine û li kîderê nota protêstokirinê teslîmî wî kirine, ya girêdayî êrîşa roja yekşemêra.

Nava elametîyêda nerazîbûn hatîye elamkirinê û hatîye gotinê, wekî ew êrîş dijî bêqezîyabûn û qewînbûna Îraqê û Herêma Kurdistanê bûye.

Şêwira Îraqêye wezîra elam kirîye, wekî Mistefa Kazimîyê serokwezîr dew ji Îranê kirîye ku şirovekirina derheqa wê yekêda raberkin.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew êrîş, ya ji têrîtorîya Îranê mîyaserkirî, teribandina mafên navnetewîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button