H’emû nûçeSereke

Parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv bangî organîzeyên navnetewî dike ku bersiva tabîya Adirbêcanêye xirab bidin

Alîyê Adirbêcanê îdî hevtêkê ji zêdetire ku îzinê nadine wekîlên Arsaxê ku ew lûla gazêye zîyanêketî bidine dasekinandinê. Bi vî cûreyî ji 1OO OOO-î zêdetir meriv nava van qewilên hewêye sarda nikarin malên xwe germ bikin.

Armênprêsê ragîhand ye wekî derheqa wê yekêda parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv, Krîstînê Grîgoyanê rûpelê facebook da nivîsîye.

“Ênêrgîya êlêktrîkî tê qutkirinê. Ev yek jî halê hûmanîtarî diha xirab dike, yê ku wextê şêr û piştî şêr pêşda hatîye. Nava encamên wê yekêda nexweşxane, mekteb, baxçên zaroka, avayên bona mihacira ji qewilên prîmîtîv miqûf mane û mecal tunene ku ew meriv mafê xweyî saxlemîxweykirinê, perwerda zaroka mîyaserkin. Xêncî wê yekê, eva îdî serê hevtêkêye ku alîyê azêrîya gundên Arsaxê gulebaran dikin.Li gundê Xramortê binelîkî sîvîl birîndar bûye. Ev hemû tişt bona wê yekê tê kirinê, ku  tirsê nava merivên li Arsaxê û usa jî atmosifêra têrorê xweyîkin, bi wî meremî, ku paqijkirinê êtnîkî li Arsaxê  mîyaserkin”,- Krîstînê Grîgoyanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button