H’emû nûçeSereke

Bona alîyê ermenî tiştekî prînsîpîyalî ye, wekî mafên ermenîyên Arsaxê zelal bêne garantîyakirinê: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirnê, wekî hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê, gerekê bêyî tu qewil-qirara derbazbin. Wezîr bîr tîne, wekî wezîreta karên der berbirî koma Mînskê bûye, ku hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyê, bêne teşkîlkirinê.

Wezîr daye dîyarkirinê, wekî herdu welata 8-ê kanûna sala 1991-ê qayîlnivîsara derheqa sazkirina hevkarîya welatên serbest  tevayî dane îmzekirinê û bi wê yekê yekîtîya têrîtorîyayên hevdu hatine naskirinê û wekî tu tiştên hevraqayîlnekirî tunene.

Bi gotina wî, xalên ku Adirbêcanê raber kirine, ne anegorî rojeva pirsgirêkaye, çimkî niha gerekê statûsa Qerebagê bê zelalkirinê û pirsgirêka Qerebagê ne ya têrîtorîyale, lê ya mafaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button