SerekeSîyasî

Hukumata herêma Kurdistanê gazî konsûlê Îranê kirîye, girêdayî êrîşa li ser Hewlêrêra

Dêpartamênta hukumata Herêma Kurdistanêye karên der, girêdayî êrîşa roja duşemêra, gazî konsûlê Îranêyî li Hewlêrê Nesrûle Reşûndî kirîye.

Safîn Dîzayî, serokê dêpartamênta karên der, daye dîyarkirinê, wekî hukumata herêmê dijî vê êrîşêye û bîr anîye, wekî Herêma Kurdistanê piştgirîya aşîtîyê, bêqezîyabûnê û qewînbûnê, ya li temamîya dinîyayê dike.Têrîtorîya Herêma Kurdistanê gerekê bona pirsên başqe neyê xebitandinê.

Dîzayî êrîşa bi rokêta gunehkar kirîye û daye dîyarkironê, wekî Îran gerekê terka van êrîşa bide û qedirê serbestîya Îraqê û serbestîya Kurdistanê bigre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button