Cêrge nevsên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî yên fermî rastî serokatîya kurdaye li bakûrê Sûrîyayê /Rojavayê/ hatine, bona ku pirsên girêdayî şerkarîya dijî têrorîzmê, halê êkonomîkî û yekîtîya kurdava, gotûbêj bikin.
Anegorî elametîya belavbûyî, cîhê hevdîtinê nehatîye dîyarkirinê. Serokê dêpartamênta Ştatên Yekbûîye şêwira bêqezîyabûna miletîyê Zehra Bêl, cîgirê alîkarê sêkrêtarê dewletê Îtan Goldrîç û usa jî yên pirsên Îraqê Cênîfêr Havîto rastî wekîlên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û şêwira Sûrîyayêy Dêmokratîk hatine.
Wextê hevdîtinê, pirsên qewînbûna herêmê, pêwandîyên di navbera kurda, qewilên êkonomîkî û şerkarîya dijî DAÎŞ-ê hatine gotûbêjkirinê.