
Hukumata Herêma Kurdistanê bang kirîye ku komîtêya bi tevbûna Organîzeya Netewên Yekbûyî, lîga dewletên ereba û Îranê bona lêpirsînê sazkin.
Gilî derheqa wê yekêdane, wekî wextê civîna şêwira wezîra, êrîşa 13-ê adarêye ser Hewlêrê hatîye gotûbêjkirinê.Wî çaxî 12 rokêt berbi bajarê Hewlêrê hatine berdanê, nava encamên kîjanêda mal û avayî zîyanê ketine.
Serokwezîr daye dîyarkirnê, wekî ev êrîş dijî welatîyên Kurdistanê û serbixwetîya Îraqêye û êrîşên usa gerekê tunebin. Ewî usa jî şirove kirîye, wekî bugdanên derheqa Kurdistanêda bêhîmin û ji rastîyê dûrin û nava wê êrîşêda nehîyên binelîyên sîvîl kirine hedef.