H’emû nûçeSereke
Firotana hebûna dewletê ya bona ne welatîya tiştê bûyînê nîne
Serokê komîtêya serkarîkirina hebûna dewletê Arnak Avêtîsyan dide bawarkirinê, wekî firotana hebûna dewletê, ya bona ne welatîya tiştê bûynê nîne. Derheqa wê yekêda ewî wî çaxî gotîye, dema ku rojnamevanekî pirs dayê, ku tirk li Ermenîstanê erd dikirin û jê pirsîye ku çiqas cîh firotine tirka û azêrîya.
“Ez zanim, wekî anegorî qanûndarîya Ermenîstanê tê qedexekirinê ku erd bifroşine ne welatîya. Tenê welatîyên Ermenîstanê dikarin bibine xudîyê erdê”,-ewî gotîye.