H’emû nûçeSereke

Krêml cûrê nêytralbûna dewleta Swêdê, ya bona Ûkraînayê, çawa ya bûyînê hesab dike

Niha pirsa cûrê nêytralbûna dewleta Swêdê yan jî Aûstrîyayê bona Ûkraînayê tê gotûbêjkirinê. Ew yek dikare çawa berdaxustin bê hesabê. Ajansa TASS-ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekda berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye rojnamevana.

Pêşda alîkarê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Mêdînskî elam kiribû, wekî Kîêv pêşnîyar dike li Ûkraînayê dewleta mînanî Swêdê û Aûstrîyayê sazkin, yên ku sîlihkirî nînin. Girêdayî wê yekêra rojnamevana pirs dane ku gelo Krêml bi vî cûreyîva razîye, yan na? “Ev cûre bi rastî niha tê gotûbêjkirinê û ew yek dikare çawa hinek berdaxustin bê hesabê”,- Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button