H’emû nûçeSereke
Bi gotina dêmografzan, sala 2O2O-î encamê mîgrasîyayê li Ermenîstanê baş bûye
Ji sala 1992-a da li Ermenîstanê tenê salek bûye, dema ku encamê mîgrasîyayê yê baş bûye. Derheqa vê yekêda, wextê prêss-konfêransê, pêşezan û dêmografzan Artak Markosyan gotîye.
“Ji sala 1992-a da li cem me tenê salekê usa bûye, ku encamê mîgrasîyayê baş bûye. Ew yek sala 2O2O-î bûye, ew jî rûyê wê yekêda, ku sînor dergirtî bûne û cîhê çûyînê tunebûn”,- Artak Markosyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî pirsgirêkeke pêşin ewe, ku derketina meriva bidine sekinandinê û bighînine dereca sifir.
Bi himberîhevkirina hejmarên dêmografîayêye li Ermenîstanê, Gurcistanê û Airbêcanê, Artak Markosyan gotîye, dereca bûyîna zaroka ya here bilind li Gurcistanêye.