Li Bryûsêlê wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa pêrspêktîvên helkirina pirsgirêka Arsaxêye bin mandata koma Mînskê xeberdaye /vîdêyo/

17-ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî cîgirê sêkrêtarê NATO-ê Mîrça Coana hatîye.
Ararat Mîrzoyan girêdayî dîyaloga tevî NATO-ê ra razîbûna xwe daye dîyarkirinê.
Pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmîda hatine gotûbêjkirinê.Ararat Mîrzoyan halê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê û usa jî Qerebagê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê Adirbêcanêda rêjîma agirbestê tê teribandinê û gavên bona sazkirina krîzeya hûmanîtarî tên avîtinê.
Ararat Mîrzoyan û Mîrça Coana usa jî fikir dora normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê pevguhartine.
Hema wê rojê jî Ararat Mîrzoyan li şêwira NATO-ê bi axaftin pêşda hatîye, li kîderê derheqa hevkarîya Ermenîstanê û NATO- ê ye nava 3O salada xeberdaye. Ewî usa jî derheqa encamên agrêsîya Adirbêcanêye sala 2O2O-î ye dijî Arsaxê, dîlên ermenîye li Adirbêcanê û prêspêktîvên helkirina pirsgirêka Qerebagêye bin mandata koma Mînskêda, daye dîyakirinê.







