H’emû nûçeSereke

Rûyê şêrda nêzîkî 4OOO welatîyên Ûkraînayê cîguhastî Ermenîstanê bûne: baylozxana Ûkraînayê

Ji roja destpêka dew û doza Rûsîyayê û Ûkraînayê, ji 24-ê sibatêda, nêzîkî 4OOO welatîyên Ûkraînayê cîguhastî Ermenîstanê bûne. Derheqa wê yekêda baylozê Ûkraînayêyî li Ermenîstanê Dênîs Avtonomov gotîye.

Anegorî hesabên baylozxana Ûkraînayê , welatîyên Ûkraînayêye ku hatine Ermenîstanê piranî ermenîne, lê nava wanda ûkraîn jî hene.

“Baylozxana Ûkraînayêye li Ermenîstanê dicêribînin nava doranên mecalên xweda alî welatîyên me, yên ku hatine Ermenîstanê, bike. Nêzîkî 4OOO welatîyên Ûkraînayê sînorê Ermenîstanêra derbaz bûne û hatine vir. Piranîya wan ermenîne û çawa qanûn li Ermenîstanê dost û pismamên wan hene û ew hindik cara berbirî baylozxanê dibin”,- Dênîs Avtonomov gotîye.

“Niha em alî welatîyên Ûkraînayê dikin ku pirsên dokûmênta helkin. Dijwarî tenê nava cîhwarkirina wane xebatêda hene”,-dîplomat gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button