SerekeSîyasî

ŞAY dewê dike ku êrîşa ser Hewlêrê li şêwira bêqezîyabûnê bê gunehkarkirinê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dew ji şêwira bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, kirîye, bona ku êrîşa Îranêye ser Herêma Kurdistanê gunehkar bikin û Têhranê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.

Em bêjin, wekî gilî derheqa wê êrîşêdane, wextê kîjanê 12 rokêt berbi paytexta Herêma Kurdistanê- Hewlêrê hatibûne berdanê.Pareskerê şorişa Îranêye Îslamî ew cabdarî hildaye ser xwe û daye dîyarkirinê, wekî wana derb gîhandine merkezên sîyonîstîye stratêcî.

Paşê prêssa Îranêye dewletê ragîhand, wekî wana bazayên cesûsîya Îsrayêye li Hewlêrê, êrîş kirîye.

Hukumata Herêma Kurdistanê bang kirîye ku têrîtorîya Herêma Kurdistanê bona hevraqayîlnebûnên di navbera hevda nedine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button