Şêwirmendê mexsûs, yê koma lêpirsînê, ya Organîzeya Netewên Yekbûîye bona eşkerekirina kirinên DAÎŞ-ê, Krîstîyan Rîçêr van axirîya çûye Lalişê, li kîderê rastî qulixçîyê Lalişêye ruhanî Bavê Çawîş hatîye û pirsên êzdîya gotûbêj kirine.
“Halê niha, yê piştî kirinên DAÎŞ-ê ye dijî êzdîya, hatîye gotûbêjkirinê.
Koma organîzeyêye lêpirsînê bona wê yekê hatîye sazkirinê, ku xirabkarîyên DAÎŞ- ê ye dijî merivatîyê bêne lêpirsînê”.
Komê hevt cîhên usa li Şengalê dîtine, li kîderê bi massayî cinyaz hatibûne veşartinê.