H’emû nûçeSereke

Fransîya hazire nava şuxulkarîya hevraxeberdanên bona peymana aşîtîyê, piştgirîyê bide Yêrêvanê û Bekûyê

Wextê qisa bi têlefonê, ya tevî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, wezîrê Fransîyayêyî karên der elamî herdu hevkarên xwe kirîye wekî Fransîya çawa hemsedira koma Mînskê hazire cedandinên xwe bona şuxulkarîya hevraxeberdanên bona peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bide xebatê.

Wezîreta Fransîyayêye karên der elam kirîye, wekî Jan Îv Li Diryan wextê qisên tevî Ararat Mîrzoyan û Cêyhûn Bayramov derheqa girîngîya qewînbûn û aşîtîya li Qafqasîya başûr xeberdaye û derheqa hazirîya Parîzêye bona şêwirdarîyên tevî welatên herêmê daye dîyarkirinê.

Li Diryan, girêdayî sertbûna halê van axirîyara, xemgînî elam kirîye û bang kirîye ku hemû mecala bidine xebatê, ku halê sert bidine milahîmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button