H’emû nûçeSereke

Qîmetîyên Newrozê gelekî pêwîstin : wekîla Organîza Netewên Yekbûyî

Qîmetîyên sala kurdaye Nû /Newrozê/ roja îroyîn diha pêwîstin. Derheqa wê yekêda wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê Canîn Hênîs Plasçêrtê gotîye.

Nava elametîya fermîda Palasçêrtê daye kifşê, wekî cejina kevinar hişyarbûnê û destpêka biharê dide kifşê.

“Newroz rola girîng nava pêwandîyên netewada dilîze, çimkî ew nûbûna jîyanê dide kifşê, baxşandinê û aşîtîyê, qîmetîyên dinîyayê dide kifşê”,- ewê gotîye.

“Ev qîmetî roja îroyîn gelekî pêwîstin”,-Plasçêrtê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button