H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Ermenîstanê bi helkefta hatina sersala kurdî peyameke pîrozbahiyê ji civaka kurdên Ermenistanê re sand

Serokwezîrê Emenîstanê Nîkol Paşînyan bi helkefta hatina sersala Kurdan a Newrozê ji nûnerên kurdên Ermenistanê re peyameke pîrozbahiyê şand.
Di peyamê de wiha tê gotin:
“Ez bi minasebeta sersala Newrozê bi germî li nûnerên civaka kurdên Ermenîstanê pîroz dikim.
Bila Newroz, hişiyarbûna biharê, ji bo kurdên Ermenîstanê bibe sala şahî û serkeftinê. Bila hemî ceribandinên mezin û biçûk di paşerojê de bin, û serkeftin di hemî karên we yên baş de wê bi we re be.
Sala nû ji bo kurdên li Ermenîstanê dijîn bibe sala dewlemendiyê, bextewarîyê û gulvedanê.
Ji nûnerên kurdên Ermenîstanê re bextewariyê, ji malbatên we re hevgirtinê, civata we re rehetiyê û pêşkeftinê di malbata wekhev de, a biratîya civaka ermenî de dixwazim.
Newroz pîroz be!”







