H’emû nûçeSereke

Wekîlên netewên kêmjimare li Ermenîstanê wê nava goveka serkarîkirinêda cêribandinê dest bînin

Akadêmîya rûsîye herêmî, ya li Emenîstanê û merkeza çandê-perwerdê ya admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê, dersên  hînkirina profêsîyonalîzma xebatê û karebûna teşkîl kirine.Wextê qisa tevî Armênprêssê, serokê merkeza netewên kêmjimar, ya perwerdeyî û çandî Avag Hakobyan gotîye, wekî meremê dersa ne tenê dayîna zanebûnaye, lê usa jî pêşxistina karebûnaye.

“Ev ders wê him bona govekên bîznêsê, him jî yê serkarîkirinê bin”,-ewî gotîye.

Bi gotina Hakobyan tevî wan dersa dibin 35 wekîlên ji 11 dîyasporayên netewên kêmjimar.

Rêktorê akadêmîya rûsîye li Ermenîstanê Mihêr Şahgêldyan wan dersa dide derbazkirinê, lê prorêktor Sêrgêy Xatûnov dersên stratêcîya mênêjêrîyê derbaz dike.

Tevbûyên dersê wê sêrtîfîkata bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button