H’emû nûçeSereke

Kinyaz Hesenov spasîya gelê ermenî, serokwezîr kir ku cejna netewî ya kurd li wan pîroz kir

Parlamêntvanê kurd li meclîsa neteweyî Kinyaz Hesenov ji ber pîrozkirina cejina netewî ya gelê kurd a Newrozê spasîya serokwezîrê Ermenîstanê û gelê ermenî kir. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Hesenov di axaftina xwe ya li ser trîbûna  civîna parlamênê de got.

Kinyaz Hesenov   da kifşê ku di van rojan de kurd li çar alîyên cîhanê cejina xwe ya neteweyî -Newrozê pîroz dikin. Cejina Newrozê yek ji kevintirîn cejnên gelê kurd e, ku digîhêje serdemên pûtperestîyê.

“Di wê rojê de kurd li çar alîyên cîhanê agir vêdixin, di malên xwe de govendê digerînin. Paşê dema ku tevgera rizgariya neteweyî ya kurd dest pê kir, ev cejn ji nû ve hate şîrovekirin û bû sembola tevgera rizgarîya neteweyî ya kurd. Hesanov got, “Newroz tê wateya rojek nû, salek nû.”

Parlamênter  tekez kir ku li Tirkîyê destûr nayê dayîn ku kurd vê cejnê pîroz bikin, lê rojek berê nêzîkî  mîlîyonen kes li bajarên kurdan li Tirkîyê bi taybetî li Amedê kom bûn û bê sînor cejna xwe ya neteweyî pîroz kirin. Hesanov bi bîr  anî ku  serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan cejin pîroz kir:

“Di nava kurdên çar alîyên cîhanê de rastî bertekeke mezin hat. Min li ser kanalên xwe yên televîzîyonê û di çapemenîyê de ji wan re got ku rayedarên Ermenîstanê û gelê ermenî cejna me ya netewî li me pîroz kirin. Hesanov di dawîya axaftina xwe de wiha got: “Ez ji trîbûna bilind ya Komarê bi dil spasîya serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gelê ermenî dikim ku cejina me ya neteweyî li gelê min pîroz  kirin».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button