H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der halê rûyê provokasîyonên Adirbêcanêda û teribandinên rêjîma agirbestêda pêşdahatî raberî hevalkarê xweyî rûs kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov qise kirîye.

Wextê qisê cêrge pirsên derheqa hevkarîya ermenî-rûsî, seredanên li ser dereca bilind, teşkîldarîyên pêşkêşî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîye di navbera Ermenîstanê  û Rûsîyayêda hatine gotûbêjkirinê.

Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov usa jî derheqa pêvajoya mîyaserkirina pevketinên destanî, yên sêalîye salên 2O2O-î û 21-ê destanî, xeberdane.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa provokasîyonên ji alîyê Adirbêcanêda kirî, yên li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê û usa jî Qerebagê, halê ji wê yekê pêşdahatî, raber kirîye.

Wextê qisê xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda çûye.

Fikir dora pirsên bêqezîyabûna herêmê û navneteweyî hatine  pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button