Organîzeya Sûrîyayêye mafên mêriv elam kirîye, wekî Tirkîyayê qirar kirîye ku 4OO leşkerî ji Sûrîyayê bişîne Kurdistana Îraqê, bona ku ew tevî opêrasîyonên dijî PKK-ê bibin.
“4OO leşkerên tirka berev bûne û hazirîyên xwe dîtine ku çawa komeke ewlin derbazî li wirbin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Organîzeyê daye dîyarkirinê, wekî li zona Îdlîbê 135OO leşkerên tirka hene, yên ku li 6O cîhên leşkerîye li Helebê û Latakîyayê cîhwarkirîne.