H’emû nûçeSereke

Seheta topa dinîyayê 2O22: Bi wedê sehetekê wê ronahîyên derva, yên bajarê Yêrêvanê û bajarên mayîn bêne temirandinê

26-ê adarê Ermenîstanê jî tevî aksîya hemcîhanîye “Seheta topa dinîyayê” bibe û bi wedê sehetekê wê ronahîyên derva, yên bajarê Yêrêvanê û bajarên mayîn bêne temirandinê.

Meremê vê yekê ewe, ku civaka hemcîhanî bi wedê sehetekê îşiqê bitemirînin û bi wê yekê rêsûrsên topa dinîyayê  biparêzin.

Ev înîsîyatîva cara ewlin sala 2OO7-a li bajarê Aûstralîyayêyî Sîdnêyê hatîye mîyaserkirinê, li kîderê du mîlîyon merivî îşiqên xwe temirandibûn bi wî meremî ku cedandinên merivayê nava şerkarîya dijî guhartina klîmayê bidine xebatê. Ev aksîya sal bi sal mezin dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button