H’emû nûçeSereke

Seyaseta Adirbêcanêye zordarîye dijî ermenîyên Arsaxê, em çawa tiştê îzinnedayînê hesab dikin: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa kirinên Adirbêcanêye li Arsaxê, yên bona sazkirina krîzeya hûmanîtarî, elametî belav kirîye.

“Li ser têrîtorîya bin kontrola Adirbêcanê, ya nêzîkî bajarê Şûşîyê, bi destî Adirbêcanê careke mayîn gaza ku ji Ermenîstanê diçe Qerebagê, hatîye sekinandinê.Bi vî cûreyî, nava van qewilên  hewa sarda nêzîkî 12O hezar binelîyên Qerebagê ji gazê miqûf mane.

Çend roj pêşda Adirbêcanê heyşt roja îzin nedida, ku lûla zîyanêketî bê çêkirinê.

Xêncî hukumên pisîxolocîye li ser binelîyên Qerebagê û kirinên başqe, Adirbêcan bi zanebûn xebata sîstêmên sosîyalîye li Qerebagê dide teribandinê û bi wî cûreyî krîzeya hûmanîtarî saz dike.Em vê seyaseta zordarîyê, ya hindava binelîyên Arsaxê, çawa tiştê îzinnedayînê hesab dikin.

Halê pêşdahatî mecbûr dike, ku civaka navnetewî bersiva vê yekê bide û tevî pêvajoya li Qerebagê bibe”,- nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button