H’emû nûçeSereke
Tabîya Adirbêcanê maf û normên navnetewîye hûmanîtarî diteribînin: wezîreta Arsaxêye karên der

Wezîreta Arsaxêye karên der, girêdayî sekinandina gaza komarêra, bi elametîyêva pêşda hatîye.
“Êvara 21-ê adarê serokatîya Adirbêcanê careke mayîn dayîna gaza berbi Arsaxê nava van qewilên hewa sarda li ser binelîyên Arsaxê daye birînê.
Tabîya Adirbêcanê têrorîzma hûmanîtarîye. Ew bi cûrê sert norm û mafên hûmanîtarî diteribîne û nakeve nava doranên moralê. Ev gava vî cûreyî ya mileçîtîye.
Wezîreta Arsaxêye karên der seyaseta Adirbêcanê gunehkar dike û berbirî civaka navnetewî dibe ku qîmetê anegor bê dayînê”,- nava elametîya wezîreta Arsaxêye karên derda hatîye gotinê.







