H’emû nûçeSereke
Ji 1-ê meha çileda, ya sala 2O23-a li Ermenîstanê wê cûrê girtinêyî nû bê mîyaserkirinê: wezîreta edaletê
Ji 1-ê çileya sala 2O23-a da wê cûrê girtinêyî nû li Ermenîstanê bê mîyaserkirinê, girtina li malê. Derheqa wê yekêda cîgira wezîrê edaletê Arpînê Sargsyanê wextê civîna li parlamêntê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî bi gotina wê xebatên aktîv niha tên kirinê, ku ew xebatên wan sîstêmên anegor bêne çareserkirinê.
“Nava sala îsalinda têra tê dîtinê 2OO bazinên êlêktronî û 15O aparatên kontrolkirina li malê dest bînin bona ku ew qirar bê mîyaserkirinê”,- Sargsyanê gotîye.