H’emû nûçeSereke

Organîzeya  Human Right Watch ê bang kirîye, ku gavên lez bêne avîtinê, bo ku krîzeya hûmanîtarî li Arsaxê pêşda neyê

Cîgirê serokê organîzeya navnetewîye mafparêz Human Right Watch ê , yê beşa Avropayê û Asîya Navîn Gîorgî Gogîya bang kirîye ku gavên lez bêne avîtinê bona ku krîzeya hûmanîtarîye li Arsaxê berfireh nebe.

“Derheqa wê yekêda ewî  piştî wê yekê gotîye, dema ku nava du hevtîyada gaza ku diçe Qerebagê, nava van qewilên hewa sarda, ji alîyê Adirbêcanêda hatîye birînê.

Gogîya usa jî daye dîyarkirinê, wekî karxwenên nan jî nikarin bêyî wê yekê bixebitin û kêmasîya nan heye.

“Qutkirina gazê usa jî ser xebata îdarên perwerdê, dibistana û baxçên zaroka kirîye. Ew hatine girtinê, çimkî nayêne germkirinê. Gavên lez pêwîstin ku krîzeya hûmanîtarî pêşda neyê”,- Gîorgî Gogîya Twittere da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button