H’emû nûçeSereke
Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye karên der usa jî şandine Moldovayê ku alî welatîyên Ermenîstanê û ermenîya bikin
Girêdayî halê Ûkraînayêra, li gorî qirara wezîrê Ermenîstanêyî karên der wekîlê wezîreta karên der usa jî şandine Moldovayê, yê ku li wir piştgirîyê bide welatîyên Ermenîstanê û ermenîya. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî bi beşdarbûna konsûlê Ermenîstanê, dêra ermenîye li wir û dîyaspora ermenî, piştgirîyê didine welatîyên Ermenîstanê û merivên esilê xweda ermenî, ku ew li Moldovayê bi cîhwarbûnê û stendina xurekva bêne çareserkirinê, usa jî pirsên girêdayî paşdahatina Ermenstanêra bêne helkirinê.