H’emû nûçeSereke

Adirbêcan bi provokasîyayên cûre-cûre dicêribîne me ji rojeva aşîtîyê bixalifîne: Paşînyan

Eva îdî serê sal nîvekêye ku Adirbêcan bi dengê bilind dide dîyarkirinê, ku nava şerê 44 rojeda ser ketîye, lê hemû tişt dide kifşê, wekî piştî awqas zehmetîya li Arsaxê roja îroyîn 117  OOO ermenî dijîn. Adirbêcanê  pirs danîye pêşîya xwe ku sîyaseta xweye bona paqijkirinên êtnîkî li Arsaxê ser hevda bîne. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

Ewî hîmlî daye dîyarkirinê: “Vî alîda tiştekî gelekî sîmvolîke wekî elametîya Adirbêcanêye belavkirîda hatibû gotinê, wekî pirsa Arsaxêye gazê karê Adirbêcanêyî hundure. Heger em bi zimanê dîplomatî vê gotinê tercimekin, ewê bide kifşê,wekî ew dibêjine civaka navnetewî ku çevê xwe bigrin û îzinê nedin ku paqijkirinên Arsaxêye êtnîkî bighînine dawîyê. Tiştê usa nikare biqewime û alîyê ermenî gerekê bi mecalên cûre-cûre bûyarên li Arsaxê, yên  nava 15 rojên dawîda bi berfirehî belavkin. Ez dixwezim bêjim, wekî rêya sîyaseta me nikare cûrekî mayînbe. Adirbêcan bi van kirinên xwe, bi provokasîya dicêribîne me ji rojeva aşîtîyê bide dûrxistinê û li herêmê êskalasîyayên nû çê bike, şerên nû li herêmê biqewimin.Em gerekê teslîmî provokasîyayên wî cûreyî nebin. Em gerekê ji stratêcîya xwe dûr nekevin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button