H’emû nûçeSereke

Me pêşnîyar kirîye ku li Yêrasxê çend tabîyên xwe paşda bikişînin, em jî bi çend tabîya paşda vekişin: Paşînyan

Hal li temamîya dinîyayê û herêmê serte û em nava pirsa milahîmkirina halê sertda cabdarin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê: “Vî alîda, em difikirin, wekî hevraxeberdanên aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê zû bêne destpêkirinê. Gerekê usa jî xebatên dîyarkirina sînora bidine lezêxistinê û dereca bêqezîyabûnêye li ser sînor bidine bilindkirinê. Hûn zanin, wekî em bi pêşnîyara paşdakişandina eskeraye ji ser xeta sînor pêşda hatine”.

Paşînyan usa jî gotîye, wekî xêncî paşdakişandina esker, Ermenîstan usa jî bi pêşnîyara paşdadayîna cîh jî pêşda hatîye û li vir ew hîvîya bersiva Adirbêcanêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button