H’emû nûçeSereke

Rûyê kirinên Adirbêcanêda Arsax li ser şêmîka qezîya hûmanîtarî sekinîye: Paşînyan

Eva îdî serê  çend rojaye wekî welatîyên Komara Arsaxê gazê nastînin. Ev yek bi destî Adirbêcanê qewimîye.Çawa ku hûn zanin, 7-ê adarê  lûla gazêye bin kontrola Adirbêcanêda hatibû teqandinê. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye. 

Ewî daye dîyarkirinê: “Adirbêcanê bi menîyên cûre-cûre nedihişt ku pêşezan lûla gêzê çê bikin û ewê bi xwe çêkir. Nava encamên wê çêkirinêda li ser lûlê kilît hatîye danînê û piştî 11 roja, piştî çêkirinê, gaza Arsaxê çar roja hebû, lê 21-ê adarê gaz dîsa hate sekinandinê. Ev bûyar şedetîyê dide, wekî 7-ê adarê Adirbêcanê bi xwe lûle teqandanibû. Gerekê guhdarî bê danînê li ser wê yekê, wekî herdu cara jî sekinandina gazê wî çaxî qewimîye, wextê hewa sar bûye. Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî ew hêvîdare, ku cimeta Arsaxê wê ewê cêribandinê altke û Adirbêcan bi wê yekê bona kara Arsaxê wê yekê dike, çimkî ev bûyara li Arsaxê dikeve ser guhdarîya civaka navnetewî û guhdarî tê danînê li ser pirsgirêka Arsaxê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button