H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der hîvîyêye wekî aşîtîparêzên rûs wê leşkerên Adirbêcanê paşda vegerînine li ser tabîyên wan    

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, kîjanêda derheqa teribandinên sînorê Qerebagêda, yê ji alîyê Adirbêcanêda teribandî, daye dîyarkirinê.

“Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî li zona cabdarîya mîsîya aşîtîparêzên rûs xeta sînor teribandine û ketine gundê Arsaxêyî Parûxê.

Ev kirinên Adirbêcanêye agrêsîv careke mayîn şedetîyê didin,wekî Adirbêcan elametîya sêalî, ya 9-ê mijdara sala 2O2O-î dîsa diteribîne, anegorî kîjanê hatibû dîyarkirinê, wekî opêrasîyonên leşkerî  hatine sekinandinê û alî gerekê li ser wan tabîya jî bimînin û aşîtîparêzên Rûsîyayê jî bi dirêjaya xetê gerekê bên cîhwarkirinê.

Pêşîya vê yekê gaza ku diçe Arsaxê, hatibû seknandinê, bi sîlihên cûre-cûre sîstêmên sîvîl dikirine hedef, ermenîyên Arsaxê didane tirsandinê û gavên paqijkirinên êtnîkîye başqe diavîtin. Bi wê yekêva tevayî wekî li Avropayê halê bêqezîyabûnê sert bûye, kirinên Bekûyêye vî cûreyî qewînbûn û aşîtîya li herêmê dikine bin qezîyayê.

Em hîvîdarin, wekî leşkerên rûse aşîtîparêz, wê mecala bidine xebatê, ku leşkerên Adirbêcanê paşda vegerine ser tabîyên berê û borcdarîyên xweye anegorî elametîya 9-ê mijdarê biqedînin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button