H’emû nûçeSereke
Elametîya “Azêrîgaz”-ê bi wî meremîye ku civaka navnetewî bike nava şaşîyê: “Arsaxgaz”
Hevaltîya “Arsaxgaz”-ê rûpelê xweyî facebook ê da elametî belav kirîye, li gorî kîjanê prêssa Adirbêcanê behs belav kirine ku giva “Azêrîgaz”-ê lûla gazê daye dasekinandinê û 29-ê adarêda gazê here Arsaxê.
“Em dibêjin, wekî ev elametî ya nerast û provokasîyone û meremê wê ewe, ku bi wê înformasîyona nerast civaka navnetewî bike nava şaşîyê.
Em elam dikin ku tenê bi lûlekê gaz diçe Arsaxê û ew jî ji Ermenîstanê diçe. Gaza bona Arsaxê hevaltîya “Gazprom Armênîya” dide û nava elametîya azêrîyaye dîyarkirîda hevaltîyên Adirbêcanêye gazê wê lûlêva girêdayî nînin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.