H’emû nûçeSereke

Fransîya bona wê yekê nerihete, ku li Arsaxê hêzên azêrîya pêşda hatine

Girêdayî wê yekêra wekî li nehîyên Arsaxêye Parûxê û Xiramortê hêzên azêrîya pêşda livîyane û usa jî pevçûyînên sîlihkirî qewimîne, Fransîyayê nerihetîya xwe daye dîyarkirnê. Fransîy bangî wan hêza dike, ku ew paşda vegerine ser tabîyên berê û li gorî agirbesta 9-ê mijdara sala 2O2O-î li ser wan tabîya bisekinin. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Fransîyayêye karên derda hatîye gotinê.

Wezîreta Fransîyêye karên der usa jî derheqa wê bûyarêda  daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê gaza  ku diçe berbi Qerebagê, li ser  binelîyên Qerebagê daye birînê û bang kirîye ku wê yekê bidine dasekinaninê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button