Îraq bi dirêjaya li ser sînorê tevî Sûrîyayê dîwêr çê dike ku îzinê nede ku DAÎŞ derbazî Îraqê bibe.Derheqa wê yekêda qulixçîyê îdara mexsûs elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî sînorê tevî Sûrîyayê bi seda kîlomêtra dirêje û qezîya heye ku DAÎŞ ji Sûrîyayê derbazî Îraqêbe.
Hatîye dîyarkirinê,wekî bilindaya dîwêr sê û nîv mêtre, û ew li Şengalê destpê kirine çê dikin.
“Ev gav bona wê tê avîtinê, ku pêşîya DAÎŞ-ê bê girtinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.