SerekeSîyasî

Merivê ku nava kuştina Hrant Dînkda gunehkare li Qirqizsatanê hatîye girtinê

Ahmedê Îskenderê tirk, yê ku nava kuştina Hrant Dînkda piştgirî dabû merivkuj, hatîye girtinê. Ew sala 2O12-a ji alîyê mehkema Stembolêda hatibû gunehkarkirinê.Hatibû dîyarkirinê, wekî ewî piştgirî dabû Ogyûn Samastê miletçî, yê ku rêdaktorê rojnama ermenîye “Agos”-ê Hrant Dînk kuştibû. Îskender cezayê girtina 12 sala stendibû. Sala 2O19-a dîsa du sal serda zêde kiribûn û ew bona wê yekê gunekar kiribûn, wekî ew endamê teşkîleta têrorîstîye.

Ahmed Îskender piştî kuştina Hrant Dînk ji welêt revîbû. Sala 2O15-a zelal bibû, wekî ew li Bêlçîkayêye.Feqet, wezîreta Qirqizstanêye karên hundur elam kirîye, wekî 26-ê sibatê Ahmd Îskender li Bîşkêkê hatîye girtinê.Ew teslîmî dewleta Tirkîyayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button