Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk ofîsa xweye li Bexdayê girtiye
Roja duşemê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk ofîsa xweye li Bexdayê daye girtinê, xebata wê daye sekinandinê.Ev gav çawa ya protêstokirinê hatîye kirinê, çimkî êrîş biribûne ser ofîsê û zîyana matêrîyalî gîhandine wê.
Nava elametîya beşa Partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk ya li Bexdayêda hatîye belavkirinê: “Em wê yekê îzbat dikin, wekî partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, partîya Îraqêye kevinare û ewê şerkarî dijî partîyayên îraqîye miletçîtîyê wedekî dirêj mîyaser kirîye û partîya niha rola girîng nava qewînkirina azadîyê, dêmokrasîyê û prosêsên sîyasîye li Îraqê berdewam dike”.
“Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk van bêhurmetkirinên neqanûnîra, van êrîşa û van kirinara qayîl nîne.
“Çawa ku eva cara dueme ku êrîşê dibine ser ofîsa me û qulixdarîyên mexsûs gavên parastinê navêjin, em qirar dikin ku ofîsa xwe bidine girtinê”.
Wezîreta Herêma Kurdistanêye karên hundur derheqa girtina Naîf Kurdistanîda elam kirîye,yê ku Twittere da nivîsara xwe hiştibû û ew ji alîyê organa Îraqêye ruhanîda «çawa bêhurmetkirin» hatibû hesabkirinê.
Pêşîya girtinê, piştgirên Heşd Aş Şaabîyê êrîş birine ser ofîsa Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ya li Bexdayê.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî ew bêhurmetkirin û êrîşa li ser ofîsa partîyayê gunehkar kirîye.
Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî jî ew yek gunehkar kirîye.
“Cimeta Kurdistanê qedirê sîmvolên ruhanî û dîroka dostîyê digre û serda zêde kirîye, wekî qedirgirtina Mele Mistefa Barzanî, Ayatola Al Hekîm û şehîd As Sedir hema şedetîya wê yekê didin”,-Mesûd Barzanî gotîye. Bi wê yekêva tevayî lîdêrê kurd agirpêxistina ofîsa partîyayê gunehkar kirîye.