H’emû nûçeSereke

Em hêvîdarin wekî aşîtîparêzên rûs wê li Qerebagê hêzên azêrîya paşda vegerînine ser tabîyên 23-ê adarê: Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê civîna parlamêntîyê ya Welatên Hevalbendîya Serbest, ya pêşkêşî 3O salîya organîzeyê, wextê axaftina xwe usa jî derheqa hevkarîya ortedewletîyê û parlamêntîyêda xeberdaye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî Hevalbendîya Welatên  Serbest alî xweykirina pêwandîyên sîyasî, sosîyal-êkonomîkî û hûmanîtarî kirîye û emekê xwe kirîye nava pêşxistina çêkirina welatên Sovyêta berê.

Serokê parlamênta Ermenîstanê  guhdarîya hazira teglîfî li ser halê Qerebagêyî niha kirîye û derheqa ketina hêzên azêrîyada daye dîyarkirinê, yên ku ketine gundê nehîya Qerebagêye Parûxê û bi wî cûreyî elametîya 9-ê mijdarêye sêalî teribandine. Ewî gotîye, wekî bi xebitandina sîliha û dirona dîsa meriv hatine kuştinê û birîndar hene.

“Em hêvîdarin wekî aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebagê wê gavên praktîk biavêjin ku opêrasîyonên leşkerî nebin û merivên nû neyêne kuştinê, wê hêzên azêrîya paşda vegerînine li ser tabîyên 23-ê adarê”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button