Em ji hemûya razîne, ewên ku cedandin dane xebatê ku qezîya hûmanîtarî ji ortê bê hildanê: wezîreta Arsaxêye karên der
Wezîreta Arsaxêye karên der girêdayî dasekinandina xebata lûla gazêra elametî belav kirîye.
“28-ê adarê dayîna gaza bona Komara Arsaxê, ya ku ji Ermenîstanê diçe, careke mayîn hatîye dasekinandinê. Nava vê mehêda Adirbêcanê bi wedê dirêj du cara gaza Arsaxê daye girtinê û bi wî cûreyî krîzeya hûmanîtarî saz kirîye.
Têrorîzma hûmanîtarîye ji alîyê Adirbêcanêda layîqî rexnekirina civaka navnetewîye berk bûye. Gelek bang hatine kirinê, ku gavên sîyasîye anegor û dîplomatî hatine avîtinê. Rola mîsîya aşîtîparêzên rûs jî mezine.
Em ji wan hemû welata û teşkîletên navnetewî, şuxulkarên sîyasî û civakî razîne, yên ku xwe gîhandine prînsîpên mafê hûmanîtarî û qîmetê anegor dane kirinên Adirbêcanê”,-nava elametîya wezîreta Arsaxêye karên derda hatîye gotinê.