H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênê ŞAY bangî dêpartamênta dewletê kirine ku dijî kirinên Elîyêve agrêsîv mecal bêne xebitandinê

Hemsedirên komîsîya kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirsên ermenî, bangî dêpartamênta dewletê kirine, wekî hemû mecalên dîplomatî bidine xebatê, ku serokê Adirbêcanê kirinên xweye agrêsîv bide sekinandinê û wî paşda vegerînine li ber sivira hevraxeberdana.

Armênprêssê ragîhandîye wekî hemsedirên komîsîya pirsên ermenî Frênk Paloûn, Gas Bîlîrakîs, Cêkîs Spêyêr, Dyvîd  Valadao û Adam  Şîf, girêdayî kirinên hêzên azêrîyara, elametî belav kirine û bi taybetî dane dîyarkirnê: “Em kirinên Adirbêcanêye van axirîyaye li Qerebagê gunehkar dikin”.

Kongrêsmêna xebitandina dironaye ji alîyê Adirbêcanêda, pêşdaçûyîna eskerên Adirbêcanê û girtina gaza bona Arsaxê, agirbesta sala 2O2O-î diteribînin û ew yek bona meirvên bêsûc qezîyaye.

“Ştatên Yekbûyî gerekê çevê xwe li ser wan kirina negire, û em gerekê hemû tiştî bikin ku li herêmê aşîtî û qewînbûn bê çareserkirinê. Em bangî dêpartamênta dewletê dikin ku hemû mecalên dîplomatî bidine xebatê, ku em kirinên Elîyêvê serokê Adirbêcanê bidine sekinandinê û wî paşda vegerînine dora sivira hevraxeberdana, bi rêya şuxulkarîya koma Mînskêye edil”,-nava elametîya kongrêsmênada hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button