H’emû nûçeSereke

Gelo stansîya Ermenîstanêye atomî ya nû wê çi cûreyîbe?

Meha nîsanêda stansîya Ermenîstanêye atomî wê xebata xwe bi 85 roja bide sekinandinê. Sawa 2O21-ê têra hatibû dîtinê ku 141 rojî stansîyayê bidine sekinandinê, lê stansîya 166 roj sekinîbû. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma,  Hakob Vardanyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî sala tê xebatên bona dirêjkirina xebitandina stansîyayê wê ser hevda bê.Piştî wê yekê xebata stansîyayê wê anegorî plana hazirkirî  hetanî 5O rojî bisekine.

Bi gotina Vardanyan koma xebatê, ya ku bona çêkirina stasîya nû hatîye têradîtinê, îdî hazire. Zûtirekê hevdîtina ewlin wê li Yêrêvanê derbazbe.Cîgirê wezîr gotîye wekî nava vê êtapêda wê pirsên dualî bêne raberkirinê bona ku fem bikin ku stansîya nû wê çi creyîbe. Rojevêda usa jî pirsên stansîyayên modûlê wê bêne gotûbêjkirinê.Bi gotina Hakob Vardanyan pêşezanên ermenî li ser wê qirarê nînin ku cûrê stansîya nû li Ermenîstanê cîhwarkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button