SerekeSîyasî

Paşînyan behsa derheqa 4 balafirên “SU-30SM” yên ku giva ji bo Ukraynayê tên bikaranîn wek “dezînformasyoneke hovane” bi nav kirîye

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan nûçeya şandina balafirên pirfunksyonal “SU-30SM” bo Rûsyayê ji bo bikaranîna li Ukraynayê wek “dezînformasyoneke hovane” bi nav kirîye.

Serokwezîr îro berbirî hukumetê bûye û diyar kirîye ku ew raporta ku di medyaya rojavayî da belav bûye ji aliyê çavkaniyên Azerbaycanê va hatiye çêkirin.

Li gorî Paşînyan, balafir ji roja ku hatine Ermenîstanê heta niha ji sînorên welêt derneketine derva.

Serokwezîr her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku giva terorîstên kirêgirtî di ser axa Ermenistanê ra bo Ukraynayê tên veguhestin.

“Her kesê ku kêm û zêde haydar be, dizane ku Ermenistana ku berî du salan ji tevlîbûna çeteyên kirêkirî di şerê li dijî wê de êş kişand, tu carî nikare tevlîbûna wan li cîhek din hêsan bike,” -wî got, û got ku “agahî bi tevahî pûç in.”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button