SerekeSîyasî

Paşînyan nûçeya derheqa veguhestina çekdarên kirêkirî bo Ukraynayê, ya bi rêya axa Ermenistanê înkar dike: Ermenistanê tu carî piştgirîyê nede tevlîbûna terorîstaye li cîhên mayîn

Komara Ermenîstanê di asta here bilind da nûçeyên derheqa  terorîstên kirêkirî, ya bi rêya axa Ermenîstanê ber bi Ukraynayê ve tên veguhestin, red dike. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheha wê yekêda wextê civîna hukumatêye 31ê Adarê gotîye û qala nûçeyên sexte kirîye.

Li gorî wî, nûçeyên weha yên sexte carinan roleke girîng dilîzin di vê çarçovê da ku Azerbaycan him berî, him di dema şerê 44 roje yê sala 2020-an da û hem jî piştî şerê 44 roje di sala 2020-an da çêkirina naverokê dişopîne ku êrîşa leşkerî ya li ser Ermenistanê û Qerebaxa Çiya rewa dike û bi vî awayî hewl didin êrîşeke mezin a li ser Qerebaxê û Komara Ermenîstanê rewa bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button