Duh polîsîya tirkîyayê gelek meriv li Stembolê û li çar bajarên mayîn girtine,nava wanda usa jî rojnamevan.
Xebatkarên polîsyayê ketine mala û malada tişt gerîyane. Li Stembolê, Enqerê, Hatayê, Îzmîrê û Erzurumê şeş meriv hatine girtinê. Ew meriv birine beşa polîsyayê. Hatîye ragîhandinê, wekî hejmara merivên girtî dikare zêdebe.