Adirbêcan dicêribîne hemû ermenîya ji Qerebagê derxe û pirsê çawa ya helkirî hesabke:Paşînyan
Komara Ermenîstanê nava elametîyên xweda û bersivên dîplomatîda daye dîyarkirinê, wekî pirsgirêka Qerebagê heye û nava hemtêksta helkirina pirsgirêkêda gerekê pirsa mafên ermenîyên Qerebagê hebe. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.
«Tabîya Adirêbcanê ewe, wekî pirsgirêka Qerebagê tune û ew helkirîye. Tabîya Adirbêcanêye vî cûreyî bersiva pirsekî nade. Pirs ewe ku pirsa mafên ermenîyên Qerebagê çi cûreyî gerekê bê helkirinê. Eve menî, wekî civaka navnetewî derheqa pêwîstîya helkirina pirsêda dibêje»,-Paşînyan gotîye.
Serokwezîr gotîye ku heger alîyê ermenî şaş dibe, usaye bila ew gavên konkrêt hindava gotûbêjkirina pirsên mafên ermenîyên Qerebagê û garantîyayên bêqezîyabûnê biavêje.
«Bekûya fermî wekî mayîn pêşda diçe û dide dîyarkirinê, wekî Qerebaga Çîya tune. Eve menî, wekî doranên Adirbêcanêye fermî gelekî bi agrêsîvî bersiva wan xeberdana dide, dema ku civaka navnetewî navê Qerebagê dide xebatê»,- Paşînyan gotîye.
Bi gotina Paşînyan Adirbêcanê sîyaseta «Qerebagê Çîya bêyî ermenîya» daye pêşîya xwe û pêra jî behsa elametîya 9-ê mijdarêye sêalî dike.