H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn pevketine ku li Qerebagê mecala bidine  xebatê bona ku hal bê milahîmkirinê

Qisa bi têlefonê di navbera Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtînda derbaz bûye.

Paşînyanê serokwezîr halê li Qerebagê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hal hê nehatîye milahîmkirinê û gotîye, wekî anegorî hinek melûmetîya, li zona cabdarîya aşîtîparêzên rûs dikarin provokasîyayên nû bêne kirinê.

Nîkol Paşînyan careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî ev kirinên azêrîya pirsa pêşda tînin. Serokê Rûsîyayê bona lêkolînkirina hal razîbûn daye dîyarkirinê.

Serokwezîr hêvîdarîya alîyê ermenî raber kirîye û gotîye, wekî aşîtîparêzên rûs wê mecala bidine xebatê ku pareskerên azêrîya ji zona bin cabdarîya aşîtîparêza derkevin. Herdu alî jî pevketine ku mecala bidine xebatê bona ku hal bê rastkirinê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button