H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn pîroz kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn pîroz kirîye. Pîrozbahî girêdaîye 3O salîya îzbatbûna pêwandîyên dîplomatîra, yên di navbera herdu welatada.Nava pîrozbahîyêda hatîye dîyarkirinê:

“Birêz Vladîmîrê Vladîmîr,        

Ez bi dil  girêdyî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîra, yên di navbera Komara Ermenîstanê û Fêdêrasîyona Rûsîyaêda, We pîroz dikim.

Nava dehsalîyên derbazbûyîda heleqetîyên meye dualî gihîştine asta hevkarîya  tifaqdarîyêye here bilind û ew yek bi pêşkeftina qewîn, ya hevkarîya nava hemû govekada cuda dibe.

Pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda hîmlî li ser tradîsîyayên dostîyêye bi sedsala hatine bingehkirinê.Ev faktora mezin bingeha hevkarîya kardare, ya nava hemû govekada.

Em cedandinên Rûsîyayê û yên Weye şexsî, emekê nava îzbatkirina agirbesta li zona dew û doza Qerebagê bilind qîmet dikin. Ez hêvîdarim wekî şuxulkarîya hêzên aşîtîparêz wê bona qewînbûna rêjîma agirbestê qulixke û wê jîyana binelîyên Qerebagêye edil bide çareserkirnê”, nava pîrozbahîyêda hîmlî hatîye nivîsarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button